Dewleta Ustiraliya di bersiva tepeseriya bixwîn ya xwenîşanderan, binpêkirina mafên mirovan û zêdekirina nearamiyê li herêmê de, gerekî nû yê cezayan li ser Wezîrê Navxweyî, çend fermandeyên payebilind ên leşkerî û navendên ewlehî û aborî yên Komara Îslamî de sepand.
Ev cezayane di demekê de tên ragihandin ku Îran bi komkujî ya xwenîşanderan, îşkencekirina girtiyan û qutkirina hêla înternetê bi armanca veşartina tawanên xwe ji çavê cîhanê tê tawanbar kirin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta derve ya Ustiraliya, lîsteya nû çend kesayetiyên payebilind ên rejîmê lixwe digire; di nav wan de Eskender Moemenî (wezîrê navxweyî), Mecîd Feyzceferî (serokê polîsê ewlehiya giştî), Ruhullah Moemen-Neseb (berpirsê sitada emr bi merûf li Tehranê) û Muhsin Îbrahîmî (fermandarê hêzên taybet yên Nopo).
Ev berpirsane bi rêkxistina 80 hezar hêz ji bo tepesekirina jinan, sepandina hicaba bi zorê û avakirina bankeke zanyarî ya mal bi mal ji bo nasîn û cezakirina dijberên rejîmê têne tometbar kirin.
Ji bilî wan kesayetiyane, Ustiraliya hêza Întizamî, Rêxistina fezaya mecazî ya “Sirac” û çend nivîsgehên guherandina pereyan wek “Birêlyan” û “GCM” jî ceza dane.
Ev cezayane bi taybetî sîstema bankî ya sîbera Komara Îslamî dikin armanc, ku Tehran bi wê rêyê darayî ji bo girûpên terorîstî yên wek Hamasê dişîne û bernameyên mûşekî yên xwe berfirehtir dike.