Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê yek ji girtiyên xwenîşandanên meha Befranbarê îdam kir

10:27 - 14 Gulan 2026

Rejîma Îslamî ya Îranê cezaya darvekirina yekî din ji girtiyên xwenîşandanên meha Befranbarê cîbicî kir.

Dezgeha bi nav dadweriya Rejîma Îranê ragihand ku sipêdeha roja Çarşemî 23ê Banemerê, cezaya darvekirina girtiyê siyasî “Mihemed Ebasî” hatiye cîbicîkirin.

Navbirî ku di nerazîbûnên meha Befranbara sala borî de hatibû binçavkirin, ji aliyê dadgehê ve bi tawana kuştina yek ji hêzên ewlehiyê yên bajarê “Melardê”bi navê “Şahîn Dêhqanî” hate tometbarkirin û piştî ku cezaya wî ji aliyê Dîwana Bilind a rejîmê ve hate pejirandin, cezayê “Qesas”ê bi ser de hatibû sepandin.

Ev darvekirin di demekê deye ku pêvajoya dadgehîkirina navbirî gelek guman li ser hebûn; Rojnameya “Îtimad”ê berê belav kiribû ku parêzerê “Mihemed Ebasî”di dadgehê de tekez kiribû ku kesê ku hatibû kuştin, bi çend cure çekên cuda birîndar bibû û hemû lêdan bi çeka “Mihemed”nebûye, lê dezgeha dadweriyê bêyî ku ti belgeyekê berçav bide îsbatkiriin, ew ceza bi ser de sepandiye.

Herwisa Saziya mafê mirovî ya “Hêrana” yê jî gotiye ku berpirsên girtîgeha “Qizilhesarê” di helwesteke nemirovane de, malbata Ebasî ji bo dawî dîtinê gazî kirine, lê rê nedane wan ku wî bibînin û piştî wegeryana wan, bi rêya peywendiyeke telefonî nûçeya darvekirina kurê wan bi wan ragihandin e.