Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lubnanê li neteweyên yekgirtî sikala dijî Îranê tomar kir

10:28 - 14 Gulan 2026

Li gorî raporta kanala Elerebiye dewleta Lubnanê li nameyek fermî de ku bo Şêwereya ewlehî û kora giştî a neteweyên yekgirtî hinartiye, rejîma Îranê bi binpêkirina Ûrfa Dîplomatîk, destêwerdan li karûbarên navxwe û rakêşana Lubnanê bo nav şer tohmetbar kir.

Di vê nameyê de rêjîma Îranê hatiye tometbarkirin bo vê ku li rêya spaha pasdaran ve çalakiyên bê îzin li nav xaka Lubnanê de hatine encam dan.

Ev şikayeta di demekê de ye ku nakokiyên navbera dewleta Lubnan û Hizbulahê bi sedema şerê meha derbasbûyî ligel Îsraîlê giheştiye asta herî zêde.

Hevdem medyayên ser bi spaha pasdaran a terorîst peyameke, Neîm Qasim Sikirtêrê giştî ê Hizbulahê belav kiriye ku têde sipasiya piştgîriya berdewam a hêza Qudis a spaha pasdaran dike, belavbûna vê peyamê di demekê de ye ku, kurahiya netebahiya navbera helwêsta fermî a dewleta Lunban û siyasetên Hizbulahê zêdetir derxistiye.