Roja Sêşemî, şandeke bilind a Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) bi armanca pêşxistina têkiliyên siyasî, serdana Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê kir.
Şanda Partiya Maf û Azadiyan bi Serokatiya rêzdar “Cefer Sitêrk”, Cêgirê giştî û Berpirsê Pêwendiyên derve yên (HAK-PAR) ji aliyê heyetekî Hizba Dêmokratê ve bi Serokatiya kak Mistafa Mewlûdî, Cêgirê Sikreterê giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, hat pêşwazîkirin.
Di vê hevdîtinê de, digel tekezkirina li ser têkiliyên dîrokî û dostayetî yên di navbera herdu aliyan de, dawî guhartin û rewşa siyasî ya Kurdistanê di her çar parçên Kurdistanê û herêmê de bi hûrî hatine nirxandin.
Li dawiya civînê de, herdu aliyan tekezî li ser hewcehiya hemahengî û hevkariya zêdetir di navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê bi armanca rûbirûbûn digel her rewş û guhartinan û parastina mafên rewa yên neteweya Kurd kir.