Marko Robiyo, Wezîrê Derve ê Amerîka ragehand ku hêlana Tengava Hormozê bi daxistî zêdetirîn ziraran digehîne abûriya Çînê û lewra hewceye Çîn givaşê bêxe ser rêjîma Îranê.
Robiyo herwisa tekezî li ser vê kir ku keştiyên barhilgir ên Çîn li kendavê de asê mane û li heftiya derbasbûyî de jî keştiyekî Çînê bi şaşî keftiye ber êrîşê.
Wezîrê Derve ê Amerîka herwisa tekezî kiriye ku abûriya Çînê bi temamî bi hawirdekirina enêrjiyê û hinardekirina alavan ji rêya wê Tengavê ve hatiye girêdan, ji ber hindê daxwaz li berpirsên Çînê kir ku li kombûna pêşeroja neteweyên yekgirîtî de pişgîriyê li vê biryarnemeyê bikin ku hewlên Îranê şermezar dike.
Herwisa navbirî îşare bi vê kir ku rejîma Îranê li rêya pêşvebirina mûşek û dironan ve, hewilê dide cureyek li Parêzbendiya serbazî, bo bernameya etomiya xwe çê bike lê tekezî kir ku dewleta Tiremp wê rewşê wekî metirsiyek qebûlnekirî dibîne.