Wirîşe Muradî, çalakvana siyasî ya Kurd û xelkê bajarê Sinê û girtiya li girtîgeha “Êvînê”, bi sedema nivîsandina nameyekê bo salvegera tevgera “Jin, Jiyan, Azadî” de, bi şeş mehên din yên girtîgehê hate cezadan.
Li gorî rapora Saziya mafê mirovî ya“Hengaw”ê, ev ceza di çarçoveya dosiyeyek nû de bi tohmeta “Propagende li dijî hikûmetê” bi cezayên wê yên berê hatiye zêdekirin. Herwisa heftiya derbasbûyî navbirî ji vê cezayê hatiye agehdarkirin.
Eva di demekê de ye ku navborî berê, ji aliyê dadgeha Şoreşê a rejîmê ve li Tehranê bi tohmeta “bexî” bi cezaya darvekirinê hate cezakirin, lê Dîwana Bilind a rejîmê ev ceza red kir û dosiyeya wê şandiye bo lêkolîna dubare .
Wirîşe Muradî di 10ê Gelawêja sala 1402’an a Rojî li ser rêya Merîwan bo Sinê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate revandin û piştî çend meh îşkence û ragirtina di odeyên take kesî ya navenda Îtlaata rejîmê de, bo benda jinan a girtîgeha Êvînê hat veguhastin.