Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezîrê wize a Amerîka got: Îran bi awayekî metirsîdar li çeka etomî nêzîk bûye

12:05 - 14 Gulan 2026

Kirîs Rayt, Wezîrê Wize a Amerîka ragehand ku bernameya etomî a Komara Îslamî gihaye qonaxek zêde metirsîdar û niha rejîma Îranê tenê çend heftiyek li berhemanîna oraniyoma pêwîst bi çeka etomî dûr e.

Rayt li Senaya welatê xwe de aşkera kir ku Îran xwediyê yek Ton oraniyoma meyandî bi tîratiya %60 ye ku li rûyê teknîkî ve heyameke kêm maye bigehe asta %90 ê hewce bo çêkirina bomba etomî.

Li gorî zanyariyan, ev beşa paşkeft ligel 11 ton oraniyoma meyandî li asta nizmtir, bo çêkirina nêzî 11 bombên etomî bes e.

Wezîrê Wize ya Amerîka tekezî ji vê kir ku giheştin bi asta %60 girantirîn beşa pirosê bûye û niha rejîma Îranê piraniya vê rêyê çoye pêş, ji ber hindê amanca dawî a Waşingtinê ragirtina tewawiya meyandina oraniyomê ye li Îranê.

Donald Tiremp, hoşdariyê dide ku rê nade rejîma Îranê bibe xwediyê bomba etomî, yan karê rast bikin yan jî emê dawiyê pê bîni in.

Di demekê de danûstandin li rêya Pakistanê ve berdewam e, Amerîka li rêya Mahwareyan ve çavedêriya hûr dike û ger dîplomasî şikestê bîne bo her pêngavek serbazîye din amade ye.