Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Tiramp û Serokê Çînê Şî Jînpîng, li Pekîna paytextê Çînê, civiyan. Li gorî daxuyaniya Koşka Spî, serokên herduk welatan li ser girîngiya vekirîmana Tengava Hormozê li hev kirine, ku ev demeke ji aliyê hêzên rêjîma Komara Îslamî ya Îranê ve bi awayekî pratîkî hatiye girtin.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê, Marko Robîo, di dema sardana bo Çînê de diyar kir ku Amerîka cehdê dike Çînê razî bike da ku li dijî kiryarên rêjîma Îranê li Kendavê raweste. Robîo destnîşan kir ku keştiyên Çînî jî li Kendavê asê mane û got: "Keştiyeke barhilgir a Çînî rastî êrîşê hat. Ez bawer im Îranê bi zanabûn ev nekiriye, lê ev bûyer qewimî û niha keştiyên wan li wir asê mane."
Tiramp ragîhand ku peywendiya Amerîka û Çînê niha gelek base û dê ji her dem baştir be jî. Armanc ji wê sardana Serokkomarê Amerîka bo lihevkirinekê bû li derheq helwesta Çînê li hember rêjîma Îranê û rewşa girêdayî bi şerê di navbera Amerîka û Îsraîl digel rêjîma Îranê.
Mijara sereke a lihevkirina di navbera Tiramp û Şî de, pirsa tengava Hormozê û keştîraniya azad a bazirganiya cîhaniye ku gorî gotina tiram, ku li ser vê mijarê li gel Çînê rêkeftin kiriye, goherîna helwesta Şînê dê bandora rastevxwe dabinê ser şiltaxî û bacgîriya li Hormozê û ewlehiya ticareta cîhanî.