Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Artêşa Îsraîl ragîhand: Ji bo Destpêkirina Şer li Hemû Eniyan de, Em Amade ne

15:39 - 14 Gulan 2026

Berpirsê Sitada Giştî ya Artêşa Îsraîlê ragihand ku her çend rastiyeke ewlehiyê ya nû li hemû eniyan de çêbûye, lê şer hîn bi dawî nebûye.

Eyal Zamir tekez kir ku Artêşa Îsraîlê ji bo destpêkirina êrîşan di her demekê de ku hewce bike di amadebaşiya tewaw de ye û got: "Em di rewşa hişyariya berdewam de ne ji bo berevanî û êrîşê, ji Yehûda û Samerê heta Tehranê."

Li gorî rapora rûpela fermî ya Artêşa Îsraîlê, ew welat di operasyonên xwe yên li Lubnan, Newara Xezeyê û navçeyên din de berdewam e û rojane jêrxaneyên terorîstî têk dibe.

Zamir bal kişand ser wê yekê ku di rûbirûbûna gefan de tu cure xweragirtin û sebir tune ye û artêş bi destpêşxeriya xwe li her derê çalak e.

Ji aliyekî din ve, Artêşa Îsraîlê û Şabak ragihandin ku di êrîşeke esmanî de, "Hemze Şerbasî", yek ji fermandarên payebilind ên Ketîbeya Şucaîye ya Hemasê li bakurê Xezeyê kuştine, ku di êrîşa 7'ê Oktobrê de bo ser bingeha "Nehel Oz" beşdar bibû.