Hevdem digel civîna serokkomarên Amerîka û Çînê li Pêkenê, rêberên 26 welatên cîhanê roja pêncşemiyê bi belavkirina daxuyaniyekê, daxwaza vegerandina rewşa asayî bo hatûçûya deryayî li Tengava Hormozê kirin.
Ev daxuyanî ji aliyê welatên wekî Brîtanya, Firanse, Alman, Japon, Kanada, Qeter, Behreyn û Koreya Başûr ve hatiye wajokirin.
Wajokerên daxuyaniyê tekezî li ser pabendbûna xwe ya ji bo bikaranîna hemû şiyanên dîplomatîk, aborî û leşkerî bi armanca parastina azadiya deryavaniyê di vê rêrewa avî de kirine.
Herwisa ragihandine ku ew piştgiriyê didin avakirina "hêzeke leşkerî ya pirneteweyî û berevaniyê" ji bo pakkirina navçeyê ji mînan û dabînkirina ewlehiya keştiyan.
Di vê peywendiyê de, Donald Tiramp amaje bi wê kir ku "Şî Jînpîng" jî daxwaz dike ku Tengava Hormozê bi vekirî bimîne û pêşniyara hevkariyê daye bo gihîştina bi rêkeftinekê digel Îranê.
Wezareta Berevaniyê ya Brîtanya jî ragihandiye ku operasyona vê hêza navdewletî wê demê dest pê dike ku rêkeftineke agirbestê ya berdewam pêk bê û rewş ji bo hatûçona azad ewleh be.