Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Careke din kempa Cêjnîkanê a hizba Demokrat ji aliyê Komara Îslamî ve bû amanca êrîşan

10:38 - 15 Gulan 2026

Sipêdeha Îro Înê, 25ê Banemera 1405an, bo careke din kempa Cêjnîkanê a hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, bû amanca êrîşên dironiye rejîma Îranê.

Komara Îslamî di vê êrîşa nû de 3 diron avêtin bo kempa Cêjnîkanê.

Di heyama 3 rojên derbasbûyî de eva cara dûyê ye ku komara Îslamî li rêya dironan ve êrîşê dike ser vê binka hizba Demokrat.

Kempa Cêjnîkanê, cihê akincîbûna malbatên hizba Demokrat e û li destpêka şerê 40 roje ve heya niha çendîn car ji aliyê Komara Îslamî ve bûye amanca êrîşên mûşek û dironî.

Komara Îslamiya Îranê li heyama destpêkirina şer ligel Amerîka û Îsraîl ve heya niha pitir li 129 mûşek û dironan, kempên malbatên hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û binkên dermanî û perwerdehî a wê hizbê kirine amanca êrîşan.