Di dema xwenîşandanên meha Befranbarê de, rêjîma Îranê dehan kadirên dermanî bi sedema alîkarî û dermankirina xwenîşanderên birîndar binçavkirin û bo girtîgehan veguhastine.
Li gorî raporan, di dema xwenîşandanên seranserî yên Befranbara derbasbûyî, herî kêm 83 kes ji kadirên beşa tenduristiyê li 33 bajarên cuda yên Îranê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine binçavkirin.
Heta niha tenê 47 kes ji wan hatine serbestkirin û qedera nivî ji wan hîn ne diyar e.
Vê pêla berfireh a binçavkirinê, Duktor, Perestar û Teknîsyenên tenduristiyê jî xwe girtiye, weke mînak li bajarê Tehranê 16 kes û li Tewrêzê 8 kes hatine binçavkirin ku zêdetirîn rêjeya binçavkirina kadirên dermanî hebûne.
Sedema sereke ya binçavkirina wan Duktor, Perestarên mirovdost, pêbendbûna wan bi prensîpên pîşeyî û exlaqî bûye; weke dermankirina birîndarên serhildanê di malan de, rêgirîkirin ji revandina birîndaran ji aliyê hêzên ewlehiyê ve di nexweşxaneyan de û nedana navên xwenîşanderên birîndar bi dezgehên tepeserker yên rêjîmê.
Ev rewş careke din rûyê rastîn a desthilata dijemirovî a rêjîmê nîşan dide ku heta dest ji tepeserkirina Duktoran jî naparêze.