Donald Tiramp, Serokomarê Amerîka di çavpêkeftinekê de ligel kanala Fox News ragehand ku êdî çiyê din amade nîne li hemeber Îranê de da aram be.
Tiramp tekezî kiriye ku dem bo Tehranê ber bi xelasbûnê ve diçe û dibe bi zûtirîn demê bêne ser maseya gotûbêjê û rêkeftinê wajo bikin, herwisa îşare bi vê yeke jî kir ku Amerîka daxwaz dike bigehne encamê, lê çavnihêrîkirin jî sînordar e.
Tiramp li serdana xwe bo Çînê, ligel Şî Jînpîng bo heyama du demjimêr û nîv kombûn, û herduk alî li ser çend xalên hestiyar rêkeftin.
Koşka sipî ragehand ku Amerîka û Çîn hevrane ku nabe Îran bibe xwediyê çeka etomî û hewceye Tengava Hormozê wekî şademara enerjiya cîhanê bi vekirî bimîne.
Hember bi pirsa oraniyoma meyandî a Îranê, Tiramp îşare bi vê kir ku ev pirs pitir aliyê Peywendiyên giştî heye û hewceye Amerîka dest bi ser de bigre heya cîhan alxayîn be.
Amerîka li danûstandinê de tekezî ji vê kir ku dibe rêjîma Îran hemû kogayên Oraniyoma meyandî radest bike û bi temamî dest li meyandina Oranyomê berde.