Meclîsa Nûneran a Amerîkayê, ku Komarîxwazan tê de rêjeyek zêde kursî hene, bi cudahiyekî gelek kêm ew pirojeysa ya Dêmokratan red kir ku ji bo rawestandina şer û sînordarkirina desthilatên leşkerî yên Tiramp li dijî Komara Îslamî ya Îranê hatibû pêşkêşkirin.
Ev biryar hewcehî bi fermana fermî ya Kongreyê hebû ji bo her çalakiyeke leşkerî, lê deng bi yeksanî hatin dan (212 deng li hember 212 deng). Bi vî awayî dengê piraniyê bi dest nexist û ev pirojeyasa serketî nebû.
Ev encam nîşan dide ku cudahiya nêrînan di navbera partiyan de kêmtir bûye û Komarîxwazan tenê piraniyeke lerzok di dest xwe de hene.
Herwisa li Meclîsa Senayê jî pirojeyasaya hevşêwe bi cudahiya yek dengî (50 dengên ne li hember 49 dengên erênî) serketî nebû; ku tê de 3 senatorên Komarîxwaz dengê xwe ligel Dêmokratan dabûn.