Komara Îslamî ya Îranê bi rêya meclîsê ve projeyeke nû bi navê “gaveke li dijî hêzên leşkerî û ewlehî” amade kiriye ku bi fermî budceyek ji bo têrorkirina serokkomarê Amerîka û serokwezîrê Îsraîlê terxan kiriye.
Îbrahîm Ezîzî, Serokê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî ya Meclîsa rejîmê, bi eşkereyî ragihand ku 50 mîlyon Euro “Yûro” wek xelat tê dayîn bi her aliyekê ku bikare “Donald Tiramp û Binyamîn Netenyaho û Brêd Kopêr ”, Fermandeyê Centcomê, ji ber vê yekê ku destê di kuştina Xameneî de hebûne têror bikin.
Berê jî koma hekêran ya “Henzele” û medyaya “Mesaf” ya girêdayî bi Komara Îslamî ragihandibûn ku 50 mîlyon Euro “Yûro” ji bo kepmêyna bi navê “kuştina Tiramp” hatiye dabînkirin.
Koma Henzele di daxuyaniya xwe de tekezî kiribû ku teknolojiyên remizdayî yên pêşkeftî dê bi kar bîbinin bona parastin û veşartina nasnameya wan kesan ku êrîşan li dijî Tiramp û Netenyaho bikin; ev yek jî berfireh bûna şêwazên metirsîdar yên erîşên ewlehî yên Tehranê di asta navneteweyî de nîşan dide.