Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sipaha pastaran her cure lihevkirina digel Amerîka red dike

15:29 - 15 Gulan 2026

Mihemed Elî Ceferî, fermandarê giştî yê berê yê Sipaha Pasdaran, ragihand ku heta dorpêç neyên rakirin, darayiyên blokekirî neyên azadkirin, qerebûya zirarên şer neyê dayîn û mafê serweriya Îranê li ser Tengava Hormozê neyê naskirin, "tu danûstandineke din" nayê kirin.

Ceferî di hevpeyvînekê de bi ajansa nûçeyan a Tasnimê re – ku nêzîkî Sipaha Pasdaran e,  diyar kiriye ku ev şert tam ew xal in ku van rojan wekî "pênc şertên sereke yên Îranê bo bidawîkirina şer" li ser tabloyên reklamê yên Tehranê tên nîşandan.

Wî bal kişand ser êrîşên Amerîka û Îsraîlê di dema danûstandinan de û îdîa kir ku Komara Îslamî ji ber "soznebûna dijmin" êdî baweriyê bi aliyê din nîne û divê ev kiryar baca wan bidin.

Li gorî gotina Ceferî, şertên hatine pêşniyarkirin beşek in ji plana nû ya Îranê bo çareserkirina krîzê; plana ku hefteya borî pêşkêşî hikûmeta Amerîkayê hatibû kirin û Donald Tiramp ew wekî "ehmaqane" û "nayê qebûlkirin" binav kiribû.