Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

14 Endamên spaha Pasdaran di dema pûçkirina teqemeniyan de hatin kuştin

10:07 - 2 Gulan 2026

Medyayên Îranê roja înê ragihandin ku 14 kes ji hêzên Spaha Pasdaran li parêzgeha Zencanê, di dema pûçkirina teqemeniyên neteqiyayî yên mayî ji bordûmanên şerê dawî de, hatine kuştin.

Spaha Zencanê ev nûçe piştrast kiriye û ragihandiye ku 14 kes ji hêzên taybet bi pûçkirinê (texrîb) yên Spaha Ensarulmeh di dema bicîhanîna erkê pûçkirina van teqemeniyan de hatine kuştin û du kesên din jî birîndar bûne.

Dem û cihê tam ê vê bûyerê nehatiye eşkerekirin, lê Spaha Zencanê îdia kiriye ku hêzên wan di nav zeviyên çandiniyê de bombeyên xûşeyî) dîtine û mijûlî pûçkirina wan bûne.

Beriya niha hinek medyayên nêzî Spaha Pasdaran îdia kiribûn ku piştî pûçkirina wan mûşek û bombeyên neteqiyayî yên ku Amerîka û Îsraîl di şer de bikar anîne, ew teqemenî ji bo mebesta "endazyariya berevajî" radestî navendên leşkerî hatine kirin.