Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bikaranîna bi zorê ya xwendekaran di şanogeriyeke nû ya rejîmê ji bo nîşandana piştgiriya xelkê

12:44 - 16 Gulan 2026

Îdareyên perwerdehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê bexişnameyek nû li ser dibistanên Rojhilatê Kurdistanê de sepandine û tê de xwendekar neçar kirine ku beşdariyê li civînên şevane yên wan de bikin.

Li gorî rapora gihîştî bi Navenda Teşkîlata Hizba Dêmokrat, îdareyên perwerdehiyê yên rejîmê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê, bi rêya bexişnameyek nû ve, xwendekar neçar kirine ku ji bo wergirtina nimreya waneya “Amadigiya Difaeî”, bi awayê kom li meydana bajaran civînên şevane ji bo piştgirîkirina Komara Îslamî amade bikin û wêne û vîdyoyên wan digirin.

Armanca sereke ya Komara Îslamî ji wî karî, afirandina şanogerî û pirûpagandaya medyayî ye. Rejîm ku hem di hundir û hem jî li derve ketiye nav tengasiyên tund, dixwaze bi rêya wan civînên derewîn û rêkxistinî, wisa nîşan bide ku xelk hîn jî piştevanê rejîmê ne û pêgeh di nava xelkê de heye.

Ev biryare bûye sedema nerazîbûnê di nav malbatên wan zarokan de; û rê nadin ku zarokên wan bibin amrazên pirûpagandaya rejîmê.

Bikaranîna bi zorê ya xwendekaran ji bo nîşandana piştgîriya derewîn, nîşaneya bê çaremana Komara Îslamî ye li Kurdistanê.