Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mayk Waltz: Oraniyoma %60ya meyandî a Komara Îslamî ji bo armancên aştîxwazane nîne

12:45 - 16 Gulan 2026

“Mayk Waltz”, Nûnerê Amerîka li Neteweyên Yekgirtî de ragihand ku di pêwendiya bi Komara Îslamî ya Îranê re, 3 dosyeyên sereke yên oraniyoma meyandî, pêvajoya meyandina oraniyomê, aloziyên Tengava Hormozê hîn jî li ber dest in.

“Waltz”di hevpeyvînekê de digel “Fox News” bal kişand ser vê yekê ku rejîma Îranê ti hêcetek nîne ku oraniyomê bi asta %60 bimeyîne.

Li gorî gotinên wî, Tehran niha xwediyê wê qas oraniyoma meyandî ye ku dikare bo çêkirina 10 heta 11 bombeyên etomî bikar bîne.

Nûnerê Amerîka li Neteweyên Yekbûyî de, îdîayên rejîma Îranê yên li ser aştiyanebûna projeya etomî ya wê xiste bin pirsiyar ûşikê, û got: “Di cîhanê de ti welatek nîne ku meyandina oraniyomê bigihîne vê astê û çeka etomî çêneke, çimkî di bingeh de ti sedemek din ji bo gihiştina vê astê ya meyandinê nine, ji bilî armanca çêkirina çeka etomî.”