Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevdîtina Mistefa Hicrî digel du endamên parlamena Swêdê

15:09 - 16 Gulan 2026

Rêzdar Mistefa Hicrî Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, di çarçoveya dîdarên xwe yên dîplomatîk de li welatê Swêdê, digel du endamên parlamenê ji Partiya Sosyal Demokrat, Leif Nysmed û Qader Kesirga, û endamên Tora Swêdî-Kurdî civiya.

Di destpêkê de parlamenteran raya xwe derbarê rewşa sivîlan, bi taybetî jin û zarokên hêzên Kurdî yên Rojhilatê Kurdisanê ku di bin êrîşên Komara Îslamî de ne, anîn ziman. Hicrî jî amaje bi pêwendiyên dîrokî yên navbera her du partiyan kir ku niha endamên "Progressive Alliance" ne.

Hicrî sedemên terîk û tenê mana rejîmê li astê navdewletî û hovîtiya wê ya navxweyî şirove kir û ragehand: "Tenê di du şev û rojên meha Befranbara borî de, zêdetirî 30 hezar kes ji xwenîşanderan ji aliyê Komara Îslamî ve hatine komkujkirin."

Rejîma Îranê herwisa piştî şerê 9ê Reşemeyê, herî kêm 29 kes sêdarê dane.

Parlamenteran diyar kir ku opozisyona navendgera ya Îranî bi prûpagandayê dengê pêkhateyên din fetisandiye, lewma Tora Swêdî-Kurdî dixwaze bibe dengê wan. Hicrî tekez kir ku Kurd her sîstemeke takkesî red dikin û daxwaza Îraneke demokrat û fediral dikin. Ew niha digel hevpeymanên xwe mijûlî berhevdan û nîqaşa çêkirina Altirnatîvekî demokratîkin bo Îranê ku tê de mafê her aliyekê hatibe dabînkirin.