Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hişyariya tund a Tiramp ji bo rêjîma Îranê: Ev aramiya pêşiya bahozê ye

09:33 - 17 Gulan 2026

Di demekê de ku gotegotên li ser egera destpêkirina êrîşên Amerîkayê bo ser Komara Îslamî belav bûne, Serokkomarê Amerîkayê Donald Tiramp, roja şemiyê 26ê Banemerê, bi belavkirina wêneyekî watedar, rewşa niha ya Rojhilata Navîn wek aramiya berya bahoz û bagerê wesif kir.

Tiramp li ser tora civakî ya "Truth Social" wêneyek belav kir ku tê de digel deryasalarekî Amerîkayî li ser pişta keştiyeke şer rawestiyaye û li pişta wan jî çend belemên Îranî tên dîtin. Li ser wêneyê hatiye nivîsandin "Ev aramiya pêşiya bagerê bû", ku wek hişyariyekê ji bo rêjîma Îranê tê şirovekirin.

Hevdem, rojnameya New York Times berê ragihandibû ku Tiramp li ber biryareke çarenûssaz e dijî Îranê û heger binbesta dîplomatîk neşkê, şêwirmendên wî yên pilebilind mijûlî nirxandina senaryoya destpêkirina êrîşên asmanî dibin.

Tiramp roja şemiyê di hevpeyvînekê de digel kanala "BFMTV" ya Firansayê ragihand ku hîn ne diyar e ka danûstandinên etomî digihîjin rêkeftinê yan na, lê hişyarî da: "Heger rêkeftinê nekin, dê rojên pir dijwar li pêşiya wan bin."