Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Artêşa Îsraîl û Amerîkayê ji bo destpêkirina şer a li dijî Îranê di amadebaşîya tam de ne

09:34 - 17 Gulan 2026

Medyayên Îsraîlî aşkere kirin ku artêşa wî welatî, hevdem digel bihêzbûna egera destpêkirina êrîşên li ser Îranê, hêzên xwe xistiye rewşa amadebaşîya tam.

Li gorî raporta Kanala 13 a Îsraîlê, armanca sereke ji van êrîşan, lêdana pêgeha Komara Îslamî ye daku neçar bibe ku ji pêgeheke lawaz ve vegere ser maseya danûstandinan.

Li gorî wan planên leşkerî yên ku hatine darêştin, êrîşên çaverêkirî dê binesazî, parên enerjiyê û wêstgehên elektrîkê yên Îranê li xwe bigirin; herwisa îhtîmal heye ku artêşa Îsraîlê di operasiyona hevbeş de digel Amerîkayê, berpirsên pilebilind ên Komara Îslamî bike armanc.

Hevdem, rojnameya New York Times ji zarê karbidestên pilebilind ên Waşîngtonê ve belav kir ku Amerîka û Îsraîlê amadekariyên dijwar ji bo destpêkirina êrîşan di hefteya bê de dest pê kirine û heta îhtîmala şandina hêzên taybet jî bo nav axa Îranê bi armanca destbiserdegirtina  paşekewta oranyoma meyandî di rojevê de ye.

Di vê peywendiyê de, Serokkomarê Amerîkayê Donald Tiramp di daxuyaniyekê de ji bo kanala Fox News, tevî amajêdan bi vê ku hêza deryayî û asmanî ya Îranê ji nav çûne, hişyariyeke tund da desthilatdarên Tehranê û ragihand: "Êdî ez heyameke dirêj xweşbîn nabim û divê ew di navbera rêkeftin an ji nav çûnê de yekê hilbijêrin, ji ber ku em rê nadin Îran bibe xwediyê çeka etomî."