Hejmarek ji karbidestên Komara Îslamiya Îranê hember bi egera destpêkirina şer hoşdarî dane Amerîka û welatên deverê.
Mihemed Muxbir, şêwirmendê rêberê rejîmê, bi îşarekirin bi êrîşên berê yên mûşek û dironî yên rejîmê bo ser hinek welatên cîran ragehand ku, bersiva Komara Îslamî bo wan welatan ku pêgeh dane hêzên SENTKOMê giştgîr nebûye û gef kir ku ev sebr û tehemula Îranê hertimî nabe.
Herwisa Muxbir welatên deverê bi vê tometbar kirin ku xaka xwe xistine berdest Amerîka û Îsraîlê.
Wî berpirsê rejîmê li peyamek bi gef de li tora civakiya (X) navê Îmarat û Kuweytê bi kar aniye.
Hevdem malpera Nûr News ser bi encûmena bilind a ewlehiya milî a rejîmê, li zarê berpirsekî pile bilinde serbazî ve ku navê wî nehatiye aşkerekirin, gefa wê yekê kiriye ku eger Îran bikeve ber êrîşê, ew amancên ku li êrîşên berê de bi sedema hinek têbîniyan ve nekirine amanca êrîşan, wê carê wê bibne amanca yekem a operasyonên serbazî.
Ew gefane di demekê de têne kirin ku rejîma Îranê piştî derbasbûna heyamekê bi ser şerê wê dawiyê û dorpêçên deryayî, heya niha li rewşekî ne ewleh û lerzok de ye.