Wezareta derve a Amerîka li ser girêbestek mezin a serbazî bi bihaya pitir ji 8.6 milyard Dolar bo welatên Rojhelata Navîn rezamendiya xwe da xûya.
Li gorî raporta Wezareta derve a Amerîka, Marko Robyo Wezîrê derve ê wî welatî tekezî kir ku bi sedema rewşa neasayî û hestiyara deverê, firotina destbicî a wan çekan bi hevpeymanên Waşingtinê ji wan Îsraîl, Qeter, Kuweyt û Îmaratê, gelek pêwîst û girîng e.
Ev pêngav bi mebesta bihêzkirina şiyana berevanî a hevpeymanên Amerîka li hember gefên Komara Îslamî û niyabêtên deverê hatiye avêtin.
Ev girêbest çendîn alavên pêşkeftî ji xwe digre ku ji hemiya girîngtir nûjenkirina sîstema berevaniya esmanî, Patryot, bo Qeterê bi bihaya 4 Milyard dolar, dabînkirina sîstema yekgirtî a fermandehî bo Kuweytê bi bihaya 2.5 Milyard dolar û firotina sîstema çekên pêşkeftî bi bihaya 992.4 Milyard dolar bi Îsraîlê.
Herwisa biryare Îsraîl û Îmarat sîstema çeka zîrek û arastekirî ya pêşkeftî wergirin, kompaniya BAE Sîstimiz, wekî qewlekî sereke a wan pirojeyan hatiye diyarî kirin ku amanc ji vê, parastina aramiya deverê û berevaniya her cure destdirêjiyek serbazî ye li rojhelata navîn de.