Di bernameyeke zindî ya televizyonî de ku ji şebekeya Ofoq a Deng û Rengê rêjîmê de hat weşandin, pêşkêşkarê bernameyê bi çeka rastî teqeyê li Ala welatê Îmaratê kir.
Di vê bernameyê de ku mijara wê li ser elimandin û hînkariya teqekirina bi çeka Kalaşnîkofê ye, kesekî ku cilên leşkerî li ber de bûn û rûyê xwe bi maskeyê girtiye, qonaxên amadekirina çekê û teqandina fîşekê fêrî pêşkêşkar dikir ku armanc fêrkarî û amûziş bû bo bîneran.
Pêşkêşkarê bernameyê jî di qonaxa teqekirinê de biryarê dide ku teqeyê li ala Îmaratê bike ku di binêra girêdayî dekora studyoyê de ye.
Televîzyona rêjîmê roja înê çend bername weşandin ku tê de pêşkêşkarn di beşên stûdyoyê de bi çekê di destê xwe de teqe kirin. Pêşkêşkarên van bernameyan dane xuya ku di dema hewcedariyê de ew ê tevli şer bibin.
Ev bernameyên ku herî kêm di sê kanalan de hatin weşandin, li ser torên civakî bi bertekan re rû bi rû bûn. Hinek bikarhênerên torên civakî ev beş wek nîşaneya besîckirina xelkê di şert û mercên şer de hesibandin.
Televizyona dewletî ya Îranê şêwaza bikaranîn û teqekirina bi Kalaşnîkovê wek "amadekarî ji bo êrîşa bejayî ya Amerîkayê" nîşan dide.
Televîzyon û media karê wan dana zaniyariyan e, lê Televîzyonên rêjîmê bûne weke padiganan bûne cihê amûzişa çek û teqemenî û kuştar û xwînê, ku vê yêkê jî bandore li ser civakê dadinê ku parek ji bîneran Zarokin.