Wezareta Berevaniya Brîtaniyayê ragihand ku sîstemeke pêşkeftî ya dijî dronan bi navê (APKWS) ji bo parastina hevpeymanên xwe li Rojhilata Navîn cihgîr kiriye.
Ev sîstem li ser balafirên şer ên Yoro faytêr Tayfon “Eurofighter Typhoon” de danîn û bi têknolojiya lêyzêr, dronan bi têçûyek gelek kêmtir ji berê têk dişikîne.
“Luk Pollard”, berpirsê berevaniya Brîtanyayê, ragihand ku ev sîstema nû bi hevkariya kompaniyên pîşesaziyê gihiştiye qonaxa bikaranînê û alîkariya hêza asmanî dide ji bo bergiriyek bihêz li hember gefên dronî yên herêmê.
Cihgîrkirna vê sîstemê tenê du mehan kişand, piştî wê ku Donald Tiramp, Serokkomarê Amerîkayê, çend caran li ser şerê dijî Komara Îslamî rexne li welatên endam di“NATO” yê de û bi taybetî Brîtanyayê girit.
Tiramp berê rexne li hevpeymanên“NATO”yê û bi taybetî Brîtanyayê girtibû ku di êrîşên leşkerî de li dijî rêjîma Îranê beşdar nebûne û gotibû: “Brîtanya ku amade nebû di pêvajoya li birîna serê rêjîma Îranê de beşdar bibe, bila hinekî cesûr be û xwe biçe Tengava Hormozê û şewatê box we bibe.”