Serokê giştî yê bi nav dadweriya parêzgeha Urmiyê ragihand ku fermana destbiserdagirtina heyî û milkê 129 welatiyan li vê parêzgehê de, bi tohmeta “çalakiyên dijî ewlehiyê” û hevkariya digel “welatên dijmin” hatiye dan.
Nasir Etabatî di vê barê de îdîa kir ku ev kes “bikirêgirtiyên dijminan in û fermana destbiserdagirtina samana û milkê wan, bi piştgirêdan bi tohmetên wekî çalakiyên dijî ewlehiyê û hevkariya digel welatên neyar, hatine sepandin.
Serokê giştî yê dadweriya Urmiyê, ew welatî bi kesên ser bi dijminan bi nav kirin û ragihand ku rûbirûbûna li dijî wan, medyayên dijber û alîyên peywendîdar yên ser bi dijminan, dê berdewam bin.
Wî berpirsê rejîmê ti amajeyek bi nasnameya wan welatiyan nekir û ti zanyarîyek hûr di vê barê de bas nekir.
Ev biryar piştî wê hat ku piştî destpêkirina êrîşên leşkerî li ser Komara Îslamî, Xulamhusên Mohsiniyê Ejeî, Serokê dezgeha bi nav dadweriya rejîmê, ragihandibû ku fermanên dadwerî bo zevit kirin û destbiserdagirtina milk û heyî ya kesên hevkar digel dijminan li hundir û derveyî welat hatine dan.
Ejeî heta gefa darvekirinê jî li wan kesan xwar û got: “Yek ji cezayên diyarkirî bo wan dosiyeyane darvekirin e.