Serokê Encûmena pizîşkên derûnî a Îranê ragehand ku, kêmiya dermanan li warê derûnpizîşkî de gelek micid e û bi berhevdan bi rewşa pêş destpêkirina şer, bi awayekî berçav zêde bûye.
Wehîd Şerîet li gotûbêja digel nûçegihaniya hikumetî a Îlna yê de amaje bi vê kir ku, li meha derbasbûyî de kêmiya berçav li çendîn curên dermanên sereke de hatiye pêş, beşek ji wan pirsgirêkan beriya şer hebûn û zêde bûye û beşa din jî kirîzên nû ne.
Navbirî îşare bi vê jî kir ku sedema wan pirsgirêkan bo jikarkeftina hêla berhemanînê bi sedema kêmbûna alavên xam, yan ragirtina bizanebûn a dabeşkirina dermanan li bazarê de ji xwe digre, ku bi armanca girankirina nirxan tê encam dan.
Hevdem Husên Elî Şehryarî, Serokê Komîsyona Tendirûstî a Meclîsa rejîmê, êitiraf bi giraniya %50 heya %300 a dermanan kir û ragehand ku li gorî xemilandina Wezareta Tendirûstî, aliyê kêm hewcehî bi 150 hizar Milyard Tumen bûdcê heye bo kêmkirina givaşên ser xelkê, lê bi sedema nebûna nextiyê dabînkirina wî pere yê nediyar e û baca wê jî tenê welatiyên bê berevan didin.