Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Giranî û bêkarî givaşek bê mînak xistiye ser xelkê Kurdistanê

11:09 - 17 Gulan 2026

Bazarên bajarên Kurdistanê bi dest sistî û bêkariya berfireh dinalîne û pêşveçûna giraniyê ligel metirsiyên şerxiwaziyên rejîmê, givaşek bê mînak xistiye ser bijîva welatiyan.

Li gorî raportan bazar valatir li her carî ne, karge û navendên berhemanînê yek bi yek neçar dibin bi kêmkirina hêza kar, û malbat jî bo dabînkirina hewcehiyên herî destpêkiye xwe, neçar in li xerciyên  xwe yên xwarin û dermanan kêm bikin.

Barê giranî û bê kariyê di wan rojan de, li kêlega nîgeraniyan li derencamên siyaseta şerxiwaziya Komara Îslamî, zêdetir keftiye ser mile xelkê, bilindbûna berdewam a nirxa alav û xizmetguzariyan, li kêlega kêmbûna hêza kirîn û sistiya bazar ve, piraniya malbat li xebitîn bo manê û dabînkirina nanê rojê û hewcehiyên destpêkî rojreş kirine.

Ew rewşa xirap a abûrî hekî çi li seranserî welat de tê dîtin, lê li bajarên biçûk û piştguhavêtî yên Kurdistanê de, bi sedema nebûna derfeta kar û nearamiya dahatan, û givaş dijwartir bûne û têkoşîna xelkê ji bo zindîmanê û şerkirina li dijî vê neheqiya sîstematîk tundtir kiriye.