Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê gelek armancên serbazî li Îranê de hene ku dibe ji nav bibe

20:30 - 17 Gulan 2026

“Lindsey Graham” Senatorê payebilind ê Komarîxwazên Amerîkayê ragihandiye ku hêj gelek armanc li Îranê de bo lêdanê hene û daxwaz ji “Donald Trump” ê Serkomarê Amerîkayê kir ku wan armancan ji nav bibe.

Herwisa navbirî tevî îşare bi erwşa dijhevî û hevrikiyên li devera Rojhilta Navîn ragihand ku ti nîşane û belgeyek li ser guherîna siyaseta berpirsên niha yên rêjîmê digel yên berê nîne û kesên ku niha li desthilta vê rêjîmê de ne armanca wan geşedan bi terorîzm û jinavbirîna Îsraîl û êrîş bo ser berjewendiyên Amerîkayê ye.

“Lindsey Graham” tevî bilind nirxandina operasiyonên dijî rêjîmê ragihand ku gelek armanc hêj mane ku dibe bêne jinavbirin û li operasiyonên zêdetir de dibe ku derbên zêdetir bi rêjîma Îranê bêne xistin.