Pêka dawî raporên belavbûyî, rêjîma Îranê ku rastî kirîza nexdînigî jî hatiye, bi rêya qaçaxî bênzîn û gazoîlê derbasî Pakistanê dike ku bi awayek bikare dorpêçên aborî yên Amerîkayê dor lêbide û dahatekê bi vê rêyê bo paşmaweyên rêjîmê bê dabînkirin.
Li wan raporan de hatiye ku paşmaweyên rêjîmê bi vê rêyê, her rojê zêdetir ji 6 milyon lîtir bênzîn û gazoîlê li sînorê Pakistanê re bi qaçaxî derbas dikin ku pêştir şewatber bi sedema veguhastina şewatê li ser wan sînoran bi awayekî hovane dihatine kuştin û agir bi hesp û şewata wan dihate berdan û gelek caran şewatber jî dihatine kuştin.
Perpirsên pêwendîdar ên Pakistanê heta niha bi awayekî micid rêgirî ji qaçaxkirina şewatê li sînoran de nekirine.