Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tiramp: Eger Îran bi lez li hev nekere, dê ji nav biçe

09:20 - 18 Gulan 2026

Donald Tiramp, Serokkomarê Amerîkayê, roja yekşemê hişyarî da ku wextê Îranê yê zêde nîne û eger bi lez ji bo gihîştina bi peymanekê ligel Amerîka gavan neavêjin, tiştek ji wan namîne.

Ew di peyamek kurt de li ser tora xwe ya civakî, Truth Social, nivîsiye: "Ji bo Îranê, wext ber bi qedandinê ve diçe û baştir e pir bi lez kar bikin, hekî ne dê tiştek ji wan nemîne. Wext pir hestiyar û girîng e!"

Serokkomarê Amerîkayê çend xulekan piştî vê peyamê, di hevpeyvînek telefonî de ligel malpera "Axios" careke din gefên xwe dubare kirin û ragihand ku îhtîmal heye Taran "lêdaneke pir girantir" ji ya berê bixwe.

Tramp got: "Em dixwazin bigihîjin peymanekê, lê belê ew hêj nehatine ser wê qinaetê ku em dixwazin. Yan divê bên ser maseya danûstandinan yan jî dê lêdaneke pir tund bixwin, ku bêguman ew bixwe jî ji rewşeke weha hez nakin."