Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Iskat Bessent, Wezîrê Xezîneya Amerîkayê: Rejîma Îranê serê marê terorîzmê ye

10:12 - 2 Gulan 2026

Wezareta Xezîneya Amerîka, hevdem digel sepandina cezayên nû li ser rêjîma Îranê, hişyarî da kompanyayên keştiyvaniyê yên cîhanî ku dayîna "bac"ê ji bo derbasbûna ji Tengava Hormozê ji Komara Îslamî re, bêyî li ber çavgirtina awayê dravdanê, dê bibe sedema cezakirina wan ji aliyê Amerîkayê ve.

Iskat Bessent, Wezîrê Xezîneya Amerîkayê, hevdem digel ragihandina van cezayan, rejîma serdest a li Îranê wekî "serê marê terorîzma cîhanî" bi nav kir û got ku Amerîka di bin rêberiya Donald Trump de, bi rêya plana "Xezeba Aborî" bi lez ber bi jinavbirîna damarên darayî yên Komara Îslamî ve gavan dihavêje.

Wî tekez kir: "Em ê bi bêrawestan şiyana rejîmê ya di çalakiya drav de bikin armanc û em ê her kesê ku ji bo revîna ji cezayan alîkariya Tehranê bike, bişopînin û rûbirûyî berpirsyariyê bikin."

Navbirî rêberên mayî yên Spaha Pasdaran wekî "mişkên asêmayî binav kirin ku di nav kunan de dixneqin". Wî berê jî gotibû ku em ê çavkaniyên rejîmê yên li derveyî welat ji bo berjewendiya xelkê Îranê blok bikin.