Fermandariya Navendî ya Amerîkayê Sentkam herî dawî amara çalakiyên xwe yên li Deryaya Erebî belav kir û ragihand ku di berdewamiya cîbicîkirina qonaxên nû yên operasyona "Tûrehiya Aborî" de, rêgirî li hatûçuna wan keştiyan hatiye kirin ku yasayên dorpêça ser Îranê binpê kirine.
Sentkam di postekê de li ser tora civakî ya X wêneyek belav kiriye û nivîsiye: "Grûpa amadebaşiya deryayî û bejayî "Tripoli" di cîbicîkirina dorpêçên serbazî yên Amerîkayê yên li dijî Îranê de berpirs e."
Wê fermandariyê herwisa tekez kiriye ku heta roja 27ê Banemerê, hêzên Amerîka rêrewa 81 keştiyên bazirganî guherandine û çar keştî jî bi temamî jikar xistine, ev jî bi armanca piştrastbûn ji pabendbûna temam a aliyan bi biryar û cezayên ser Komara Îslamî ye.