Wezareta Berevaniya Erebistanê şeva Yekşemî 27ê Banemerê, li daxûyaniyekî de li tora civakiya (X) ragehand ku hêzên berevaniya esmanî a wî welatî 3 diron têkşikandine ku li xaka Îraqê ve hatibûne avêtin.
Turkî Elmalîkî, berdevkê Wezareta berevaniya Erebistanê tekezî li ser vê kir ku welatê wî mafê bersivdana wan êrîşan li dem û cihê xwe de bo xwe dizane.
Ev êrîş hevdem bû digel êrîşên hevşêwe bo ser Îmaratê ku têde wêzgeha etomiya (Berake) li rojavayê Ebûzebî yê bû amanca êrîşan, di vê êrîşê de 3 diron hatibûne bikar anîn ku piştî têkşikandina du dironan, dirona sêyem ber Jênêratoreke berqê li derveyî Devera ewlehiya wêzgehê keftibû.
Ev êrîş û aloziyên serbazî di demekê de diqewimin ku li piştî dawîhatina sardana Donald Tiramp Serokkomarê Amerîka bo Çînê, asta aloziyan li Devera rojhelata naverast û kendavê de gihaye asta herî bilind û mediya yên rojavayî hoşdariyê li egera destpêkirina êrîşên serbazî ên Amerîka û Îsraîlê dijî pêgeh û berjewendiyên Komara Îslamiya Îranê didin.