Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tiramp di civînekê de bijardên serbazî dijî Îranê gengeşe dike

10:45 - 18 Gulan 2026

Li gorî raporta Nûçegihaniya Roytêrzê biryare Donald Tiramp, Serokomarê Amerîka roja Sêşemî ligel şêwirdarên pilebilind ên ewlwhiya Milî a welatê xwe bi mebesta gengeşekirina bijardên serbazî li dijî Komara Îslamiya Îranê li (Odeya birêvebirina qeyranan) kom bibe.

Ev kombûn ku bo yekem car ji aliyê malpera Aksiyos ve hate aşkerekirin, di demekê de birêve diçe ku Tiramp li dawiya heftiya derbasbûyî de givaşên bo ser Tehranê tundtir kiriye.

Navbirî roja Yekşemî hoşdarî dabû ku dem bo Îranê wa xelas dibe û ragehandibû ku eger serkirdên Komara Îslamî destbicî pêngavan neavêjn, tu tiştek ji wan namîne.

Xûyaye ku Amerîka û Îran gihane binbestek tewaw, bi taybet piştî vê ku Tiramp dawîn bersiva Tehranê bo pêşniyara aştiya Amerîka bi tewawî qebûlnekirî bi nav kir û ragehand ku piroseya agirbestê li rewşa bilez û neasayî de ye.