“Lindsey Graham” Sênatorê Komarîxwaz daxwaz ji “Donald Tiramp” kir ku ji bo neçarkirina Tehranê bona qebûlkirina mercên Waşingtonê di danûstandinên etomî de binesaziyên wizeyan yên Îranê bike armanc.
Ev Sênatorê Komarîxwaz di hevpeyvînekê digel“NBC”re ragihand: Binesaziya wizeyan xalê lawaz ê Îranê ye; heke careke din şer û pevçûn dest pê bikin, ez beşa wizeya wî welatî dixim ser lîsteya armancên leşkerî.
“Graham”di berdewamîya axaftinên xwe de û di bersiva pirsakekê de ji bo zelalkirina helwesta xwe got ku dubarekirina şêwaza karê berê tenê heman encamên berê dê hebe.
Navbirî got: “Divê lêdanek bihêztir li wan bên xistin. Eger heye ku givaşên zêde bixin ser wan, eva evê razî bibin bi rêkeftinekê; lê niha ez bawer im ku ew dixwazin demê bidizin û bi me re bilîzin. Pêka gotina Serokkomarê Amerîkayê, ez bawer im ku ew dîn in.