Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lêborîna Navdewletî: Rêjîma Îranê di sala 2025an de zêdetirî 2 hezar girtî bi dar vekirin e

11:15 - 18 Gulan 2026

Rêxistina Lêborîna Navdewletî roja duşemê 28ê Banemerê di rapora xwe ya salane de ragihand ku Komara Îslamî ya Îranê di sala 2025an de, du hezar û 159 kes êidam kirin e.

Lêborîna Navdewletî aşkere kiriye ku di sala 2025an de û ji bilî Çînê, herî kêm 2 hezar û 707 kes li seranserê cîhanê hatine darvekirin.

Li gorî wê raporê, amara cîhanî ya sêdaredanê di sala 2025an de li beramberî sala 2024an, zêdetirî du li ser sêyan zêde bûye ku tê de rêjeya sêdaredana welatên wekî Erebistan, Kuweyt, Misir, Yemen û Amerîkayê zêde bûye.

Rêxistina Lêborîna Navdewletî ragihandiye ku Komara Îslamî piştî xwepêşandanên sala borî û destpêkirina şerê Îsraîl û Amerîkayê, cezayê sêdaredanê wekî alavek ji bo tepeserkirina nerazîbûnên sivîl û parastina deshilata xwe tundtir kiriye.

Herwisa ji ber rewşa ewlehî ya navxwe ya Îranê û zehmetbûna destgehiştina bi zanyariyên dirust, rêxistinên din ên mafên mirovan amarên cuda belav kirine; di vê çarçoveyê de, rêxistina "Mafên Mirovan a Îranê", destpêka îsal ragihandibû ku di sala borî de herî kêm hezar û 639 kes li Îranê hatine sêdaredan.