Roja 26’ê Banemera 1405’an, li Parka Senayê ya Waşington DC, kombûnek ji bo mehkûmkirina destdirêjiyên Komara Îslamî li dijî Hevpeymaniya hêzên siyasî yên Kurdistanê, û Herêma Kurdistanê û binpêkirina mafên mirovan ji aliyê Komara Îslamî ve hate lidarxistin.
Cihê kombûnê bi wêneyên şehîdên Hevpeymaniya hêzên siyasî yên Kurdistanê hatibû xemilandin û hejmareke berbiçav ji nûnerên partiyên Kurd, diplomatên Amerîkî, saziyên civakî û dostên neteweya Kurd beşdarî vê kombûnê bûn.
Di vê kombûnê de hejmarek kesayetî, endamên Kongrêsê û nûnerên aliyên beşdar peyamên xwe pêşkêş kirin, ku pêkhatibûn ji: Patrîk Kênêdî endamê Kongrêsê, Meryem Recewî rêbera Sazmana Mujahidînê Xeliq, Klara Sêniz balyoza berê ya Amerîkayê, Hejar Birincî nûnerê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li Amerîkayê, Cênêral Wêslî Klarik û Rudy Gûlîyanî.
Hejar Birincî di peyama xwe de, tevî amajedan bi vê yekê ku Komara Îslamî reformê qebûl nake û cihê baweriyê nîne, got ku ev rejîm, rejîmek terorîst, dijî microvan e û tenê rêçare neman û herifîna Komara Îslamî ye.
Navbirî amaje bi binpêkirinan mafên mirovan kir û got: “Em ji bo Îraneke azad û demokratîk, sekuler û federal rawestayne.”
Beşa dawîn a vê kombûnê rêpêvînek bû ku bi beşdariya amadebûyan hat lidarxistin.