Welatê Kuweytê bi daxuyaniyeke fermî, Komara Îslamî ya Îranê bi êrîşa ser girava "Bûbiyan" tawanbar kir. Li gorî daxuyaniyê, hêzên Spaha Pasdaran a terorîst bi qeyikên masîgiriyê nêzîkî giravê bûne û armanca wan pêkanîna çalakiyên xerabkariyê bûye.
Di encama çêbûna şerekî çekdarî de li navçeyê, serbazek ji artêşa Kuweytê birîndar bû û çar endamên ser bi Spaha Pasdaran ve bi êxsîr hatin girtin. Çavkaniyan dan zanîn ku ev çar kesên girtî, endamên Hêza Quds a Îranê ne, bi dîtina yekem çekê hêzên Kuweytê, yekser destên xwe bilind kirine û teslîm bûne.
Herwisa hate aşkere kirin ku di nav kesên girtî de du serheng, sergurdek û sitvan yekem hene. Bi vî rengî, operasyona wan a ku hîn dest pê nekiribû, hate aşkere kirin û pûç kirin. Belavbûna wêneya teslîmbûna van pastar û piledarên rêjîma Îranê di medyayê de rastî berteka zêde hat.