Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê êrîşkirina bo ser rêjîma Îranê bi paş xist

23:43 - 18 Gulan 2026

Donald Trump, Serkomarê Amerîkayê ragihand ku bernameya êrîşkirina bo ser rêjîma Îranê bi sedema daxwaziya hejmarek ji welatên kendavê bi paş xistiye û biryara êrîşkirin a li roja Sêşemî 19ê Gulanê ragirtiye.
Donald Trump bi belavkirina vê peyamê li tora civakiya “Truth Social” de da zanîn ku serokê welatê Qeterê “Temîm Bin Hemd Alê Sanî” û cihnişînê şahê Erebistanê “Mihemed Bin Selman” û serokê Îmaratê “Mihemed Bin Zaîd Alê Nehyan” daxwaz ji vî kirine ku vê êrîşê bisekinîne.
Donald Trump ragihandiye ku bo rêzgirtin ji daxwaza wan welatan, êrşkirin bi paş xistiye lê fermana amadebûna tevav bo pêşveçon bo êrîşa tevav û berfireh li kurtirîn demê, bi hêzên Amerîkayê daye.