Sizaya bidarvekirina 2 girtiyên siyasî ku bi tohmeta sîxûrî bo Îsraîlê sizayê bidarvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin, bi awayekî nihînî li girtîgeha navendî a Urmiyê de hate cîbicîkirin.
Dezgeha bi nav dadweriya rejîma Komara Îslamî piştrast kir ku sipêdeha Îro Şemî 12ê Banemerê, 2 girtiyên siyasî bi navên, Nasir Bekirzade û Yeqûb Kerîmpûr, piştî derbaskirina 2 rojan li odeya take kesî de, hatine bidarvekirin.
Eva jî di demekê deye ku berê hoşdarî li ser metirsiya cîbicîkirina sizaya wan hatibû dan.
Nasir Bekirzade, ciwanê temen 26 sal xelkê bajarê Urmiyê, li piroseyek bilez a dadwerî de sizaya wî ji aliyê dîwana bilind a rejîma Îranê ve hatibû piştrastkirin.
Yeqûb Kerîmpûr, derçûyê beşa yasa û welatiyê Turkê Yarsan û xelkê Miyandawê, li dema şerê 12 roje ye Îran û Îsraîlê hatibû destbiserkirin.
Herduk girtî li dema destbiserkirinê de li jêr îşkenceya tund de bûn û bo wergirtina îtirafa bi zorê û bo givaşên zêdetir hevjîna Yeqbûb Kerîmpûr jî hatibû girtin.
Ev cezaye di demekê de hatiye cîbicîkirin ku navendên mafê mirov tekezî li nerohniya piroseya dadgehîkirina wan dikirin.