Zêdetirî 300 kesayetên naskirî yên siyasî, hiqûqî û mafên mirovan, di nav de serokên berê yên dadgeh û saziyên Neteweyên Yekbûyî, nameyeke vekirî ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî re şandin. Di wê nameyê de banga çalakiyeke lezgîn ji bo rawestandina "sêdaredanên sîstematîk û tawanên hov" li Îranê hate kirin.
Wan kesayetiyan ku 309 kes in, hişyarî da ku asta sêdaredanan di çar dehsalên borî de gihştiye asteke bilind. Di nameyê de hat diyarkirin ku bi kêmanî heşt girtiyên siyasî ji ber têkiliya wan bi Rêxistina Mucahîdên Xelk re hatine sêdaredan û gelekên din jî di bin metirsiya mirinê de ne. Ev pêla nû wekî berdewamiya çanda bêcezakirinê ya ku ji komkujiya sala 1988'an (kûştina 30 hezar girtiyî) maye, hate pênasekirin. Raportorê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî ev tawan wekî "tawanên li dijî mirovahiyê û jînosîd" bi nav kirine.
Wajokarên nameyê piştgiriya xwe ji kampanyaya "Na ji sêdaredanê re" re ragihandin û ji Neteweyên Yekbûyî û welatên endam xwestin ku pêywendiyên xwe yên dîplomatîk û aborî bi Îranê re, bi şerta rawestandina sêdaredanan û azadkirina bêşert a girtiyên siyasî ve girêbidin.