Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lîndsî Giraham dibêje: her rêkeftinek ligel Îranê dibe ji aliyê Kongirê ve bê pejirandin

10:52 - 19 Gulan 2026

Lîndsî Giraham, Senatorê Komarîxiwaz ê nêzî li Donald Tiramp, bo çendimîn car ragehand ku her cure rêkeftinek li navbera Amerîka û Îranê de bête kirin, dibe ji aliyê Kongirê ve bê erêkirin.

Ev tekezî kirina dubare a navbirî di demekê deye ku Donald Tiramp ragehand ku, li ser daxwaza serkirdên çend welatên Erebî li devera Kendavê, êrîşên pilan darêjtiya roja Sêşemî bo ser Îranê paş êxist,

Giraham di bertekê de li tora civakiya (X) de nivîsye, her rêkeftinek li navbera Tehran û Waşîngtinê de, dibe hevşêveya rêkeftina etomiya bercam li serdema Serokomar Barak Obama, bo pesendkirinê bo kongirêsê bê pêşkeşkirin.

Navbirî li egera giheştin bi rêkeftinê ligel Komara Îslamî de ragehand ku, eger bikarin li rêya dîplomasî û çarçêveya geheştina bi encamên ewlehiya netewî de dawiyê bi vê alozîiyê bînin, eva wê destkeftek mezin be.

Giraham daxwaziyên Donald Tiramp ji bo rejîma Îranê bi wî awayî rêzbend kirin, Ragirtina meyandina oraniyomê, kontirola Amerîka bi ser nêzî 900 Pond oraniyoma meyandî bi asta bilind, vekirina tengava Hormozê bi bê destêwerdana Îranê, destjêberdana li bernameya mûşekên balîstîkî ên dûrhawêj û dawîanîn bi her cure piştgîriyekî li terorê.