Rêkxistina mafên mirovî a Hêranayê ragehandiye ku li destpêka êrîşên Amerîka û Îsraîlê bo ser Îranê li 9ê Reşema sala derbasbûyî ve, aliyê kêm 4 hizar û 23 halet ên girtin û 50 haletên bidarvekirinê hatine tomar kirin, ku 32 halet bi tohmeta siyasî û ewlehiyê bûne.
Li gorî raportê, berpirsên Îranê şer bo tundtirkirina rewşa ewlehî, tepeserkirina xelkê medenî û sepandina qutkirina demdirêj a Înternêtê bikar aniye, hevdem rewşa navendên girtîgehê bi awayekî berçav xiraptir bûye û bazgehên hatinûçûnê jî zêdetir bûne.
Ji aliyekî din ve, Ehmedriza Radan, Fermandê hêzên Întîzamiya rejîma Îranê bi fermî ragehandibû ku li destpêka şer ve heta niha, hêzên wan 6 hizar û 500 kes li seranserê Îranê de girtine û tekezî ji vê yekê jî kir ku girtina beşdarbûyên xwenîşandana berê berdewam e.