Roja 29ê Banemerê, şandeke Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bi beşdariya rêzdaran Sultan Gulawî û Nermîn Osmanî, li ser daxwaza fermî a partiya Sosyal Demokrata Alman li perlemana Herêma (Nord Rayîn Wêstfalên) ligel berpirsên wê partiyê kom bûn.
Li destpêka dîdarê de, Nûnerên Partiya Sosyal Demokrata Alman (Karolîn Kîrş) (Cozêf Noyman) û ( Înge Bilask) tevî îşarekirin bi sedem û berfirehbûna asta şer, rewşa navxweyê Îran û Kurdistanê û qutkirina Înternêtê bi metirsîdar bi nav kir.
Piştre şanda hizba Demokrat amaje bi siyaseta şerxiwaziya Komara Îslamî kir û rohn kirin ku ev rejîm mana xwe li çêkirina alozî û tepeserkirina azadîxiwazan de dibîne.
Nûnerên Hizbê amaje bi reftara dujminane a rêjîma Îranê li dijî gelê Kurd kir û ragehand ku li destpêka qonaxa duhem a şerê deverê, pititr ji 200 êrîşên mûşek û dironî kirine ser binkên hizb û kempên penaberên rojhelatê Kurdistanê li başûrê Kurdistanê, ku şehîd û birîndar jê keftin, şanda hizbê daxwaz kir ku Alman li hember wan tawanan de bê helwêst nebe.
Di dawiyê de, nûnerên partiya Sosyal Demokrata Alman tekezî li ser berdewamiya piştgîrîkirina xebata gelên Îranê û bi taybet gelê Kurd kir û îşare bi vê kirin ku partiya wan bandora sereke li nasandina Spaha Pasdaran wek terorist li perlemana Ewropa de hebûye.