Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şertê rêjîma Îranê bo dawîanîn bi şer, ji mafê meyandina oraniyomê heya derkeftina hêzên Amerîka ji nawçê

14:28 - 19 Gulan 2026

Cîgirê wezîrê karên derve yê rejîma Îranê mercên Tehranê yên ji bo dawîanîna bi şer bi awayekî fermî ragihandin. Kazim Xerîbabadî di komîsyona ewlehiya neteweyî ya meclîsê de got ku Îran daxwaza bi fermî naskirina mafê dewlemendkirina oranyomê, dawîanîna bi şer li hemû eniyan, di nav de Libnan, û derketina hêzên Amerîkî ji derdora Îranê dike.

Li gorî rapora medyayên rêjîmê, Xerîbabadî mercên din ên rejîma Îranê wekî rakirina dorpêça deryayî ya Amerîkayê li ser Îranê, azadkirina pereyê bilokekirî yên Îranê, dayîna xisareta şer ji aliyê Amerîkayê ve ji bo avakirinê, û hilweşandina hemû cezayên yekalî û biryarnameyên Encûmena Ewlehiyê ragihandin.

Ev merc di demekê de tên ber bas ku Tiramp pêşniyarên berê yên rejîma Îranê bi eşkereyî red kirine û roja 28'ê Banemerê gef xwar ku eger di dema du heta sê rojan de lihevkirinek pêk neyê, êrîşên leşkerî dê ji nû ve dest pê bikin.

Ji hev dûr bûna xwast û mercên Îran û Amerîka, nîşan dide ku mewdaya di navbera wan de bo geheştin bi lihevkirinê gelek e û çi rengê hindê nade ku bikarin digel hev pêk bên.