Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

New York Times: Îran di dema agirbestê de lançêrên mûşekan ji nû ve dicivîne

15:30 - 19 Gulan 2026

Pêka rapora “New York Times”,rêjîma Îranê agirbesta dawî bikar aniye da ku hinek ji şiyanên xwe yên mûşekan ji nû ve zêdetir bike û ji bo egera şerê nû, amade bibe.

Vê rojnameyê, bi pêka gotina piledarekî serbazî yê Amerîkayê ku navê wî eşkere nekiriye, ragihand ku ji dema ku agirbest li 8ê Nîsanê de dest pê kir, Îran bermahiyên baregehên mûşekan ên xisarpêketî ji bin kavilan derdixe, lançêr û cihên mûşekên balîstîk ên gerok vediguhezîne û taktîkên xwe yên şer diguherîne.

Pêka vê raporê, wî piledarê Amrîkayî gotiye ku êrîşên Amerîkayê zêdetir derî û cihê çonejor a enbarên mûşekan ên Îranê bi armanc girtine, lê beşek ji lançêran jinav neçone ji ber ku ew di binerdên kûr û yên wek şikeftan de bûne da ku ji wan êrîşan bêne parastin.