Pêka raporek belavbûyî ya dezgeha dad a rêjîma Îranê darayiya 52 kesên xelkê parêzgeha Zencanê ji aliyê rêjîmê ve dest bi ser de hatiye girtin û li vê derheqê 7 ji wan hevwelatiyan ku li Îranê de dijîn hatine girtin û yên din li derveyî Îranê de dijîn.
Rêjîma Îranê tohmeta wehmiya “hevkarî digel torên pêwendidar bi dujmin” bi wan daye û dest bi ser darayiya wan de girtiye, ev yek beşek ji hewlên paşmaweyên rêjîma Îranê bona talankirina zêdetir û dabînkirina malî ya paşmaweyên rêjîmê ye.
Pêka raporên rêjîmê tevaviya darayiya 33 kesan li bajarê Zencanê, 15 li bajarê Ebherê 3 li Xuremderê de bûne û yekê jî darayîya wî li bajarê Têhran û bajarê Xudabendê de bûye.
Paşmaweyên rêjîmê bo dabînkirina xercê xwe dest bi ser darayiya xelkê de digrin.