Serokkomarê Amerîka bi parvekirina wêneyekî xwe li ser hesabê xwe yê medyaya civakî, peyameke gefxwarinê û watedar belav kir.
Di vê wêneyê de gotinek bi vî rengî tê dîtin: «Bahoza ku di rê de ye; tu tişt nikare rê li ber tiştê ku tê bigire.»
Belavkirina vê peyamê di demekê de pêk tê ku rewşa siyasî û ewlehî ya herêmê bi tundî aloz e û herwisa raporên derbarê nirxandina bijardeyên nû yên leşkerî yên Amerîkayê li dijî rêjîma Komara Îslamî ya Îranê hatine weşandin.
Ev peyama kurt lê giran ji aliyê Trump ve dikare bibe nîşaneya nêzîkbûna biryarên mezin û qonaxeke nû di "givaşa herî zêde" li ser Komara Îslamî; qonaxek ku êdî ne tenê di asta gefên siyasî û aborî de namîne, belku egera hindê heye ku ji nû ve qonaxekî nû a şer û êrîşan destpê bike.